Fatime Dadvend bi pêbenda elektronîkî hate azadkirin

18:27 - 26 Gulan 2021

Roja Sêşemî 21`ê Banemer, “Fatime Dadvend”, temen 43 salî, keça Derwêş û xelkê bajarê Bokanê ku di meşa kombûnên nerizayetî yên meha Xezelwera sala 1398`an hatibû binçavkirin û bi girtîgehê hatibû cezadan, bi pêbenda elektronîkî ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Azadiya “Fatime Dadvend” bi pejirandina taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê bûye û li gor cezaya dadgehê, navbirî dibê wê heyama ku ji cezaya girtîgeha wê maye, di çarçoweya mala xwe de û bi pêbenda elektronîkî derbas bike.

Roja Pêncşemî 16`ê Gelawêja sala 1399`an, “Fatime Dadvend”, bo cîbicîkirina cezaya xwe bo benda jinan a girtîgrha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiya Kurd, li du dosiyên cuda de, li dadgeha cezakirin a bajarê Bokan û Mihabadê bi 5 sal û 5 mehan hepsa te`izîrî û lêdana 30 derbeyîn qamçiyan hatibû cezadan.

“Fatime Dadvend” li rekevta 17`ê Rêbendana sala 1398`an, li taya 103 a dadgeha şoreş a cezakirina 2ê ya bajarê Bokanê bi serokayetiya dadver “Mehdî Teqîzade” bi tohmetên “têkdana aramî û asayişa giştî bi afirandina fitne û bê hicabiyê” hate dadgahî kirin û di wê dadgehê de, ji tohmeta bê hicabiyê bê tavan hate naskirin û bi tohmeta têkdana aramî û asayişa giştî bi 5 meh hepsa te`izîrî û lêdana 30 derbê qamçiyan hatibû cezadan.

Ew welatiya xelkê bajarê Bokanê li rêkevta 23`ê Banemera sala 1399`an, bi tohmeta “kombûn û tebanî li dijî ewlehiya welat” li taya 1 a dadgeha şoreş a bajarê Mihabadê bi serokayetiya dadver “Cewad Xulamî” hatibû dadgehî kirin û li destpêka meha Pûşpera sala 1399`an de, cezaya 5 sal girtîgeha te`izîrî bi parêzerê wê yê diyarîkirî hatibû ragihandin.

“Fatime Dadvend” li rêkevta 25`ê Xezelwera sala 1398`an, di meşa kombûnên nerizayetî yên li hember giraniya bênzînê hatibû binçavkirin û bi îtirafa bi zorê li girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê di bin givaş û îşkenceya hundirî de bû û piştî çend rojan, îtirafa bi zorê a navbirî li nûçeyên 20:30 li ser kanal 2 a deng û rengê hikûmeta Îranê, hate belavkirin.

Ew welatiya piştî bi dawî hatina heyama lêkolîna wê ji girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Urmiyê bo benda jinan a girtîgeha navendî ya wî bajarê hate veguhastin û di rêkevta 6`ê Xakelêweya sala 1399`an bi danîna barimteya 1 milyard Tumenî bi awayê demkî hatibû azadkirin.

 “Fatime Dadvend”, xwediyê sê zaroka ne.