Faruq Şarwêranî, piştî bi dawîpêhatina heyama girtîgeha wî hate azadkirin

17:36 - 29 Gulan 2021

Roja Pêncşemî 6`ê Cozerdan, girtiyekî siyasî yê bi navê “Faruq Şarwêranî”, xelkê bajarê Şinoyê, piştî bi dawîpêhatina heyama girtîgeha wî ji girtîgeha bajarê Kirmanê hate azadkirin.

Berê, dadseraya nîzamî ya bajarê Urmiyê daxwaza lêxweşbûn û azadiya bi merc a wî girtiyê siyasî ret kiribû.

Roja Yekşemî 7`ê Rezbera sala 1398`an, “Faruq Şarwêranî” û “Emîr Peyxamî”, li derheq reftara xirab a berpirsên hîfazeta girtîgeha bajarê Kirmanê û givaşxistina ser wan du girtiyên siyasî, dest avêtibûne mangirtinê.

Ew du girtiyên siyasî yên Kurd, roja Sêşemî 14`ê Sermaweza sala 1396`an, ji aliyê dadgeha nîzamî a bajarê Urmiyê ve, bi giştî bi 8 sal girtîgeh û dûrxistin bo girtîgeha Kirmanê hatibû cezadan.

Li gor wê cezaya ku roja 25`ê Sermaweza sala 1396`an, bi parêzerên wan du welatiyên Kurd re hatibû ragihandin, “Emîr Peyxamî” bi 4 sal girtîgeha te`izîrî û “Faruq Şarwêranî” bi 4 sal girtîgeha te`izîrî hatibûne cezadan. Dadgeha nîzamî a bajarê Urmiyê, ew du welatiyên Kurd bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kudî yên dijberê hikûmeta Îranê” ceza dabûn.

Roja Duşemî 2`ê Rêbendana sala 1396`an, “Faruq Şarwêranî”, ji girtîgeha bajarê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Kirmanê hatibû dûrxistin û herwisa “Emîr Peyxamî” roja Duşemî 25`ê Pûşpera sala 1398`an, bo girtîgeha bajarê Kirmanê hatibû dûrxistin.