“Faruq Nîkpey” bi danîna barimteyî ji girtîgehaê hate azadkirin

10:58 - 30 Kanûna Paşîn 2022

Roja Pêncşemî 7`ê Rêbendanê, welatiyê Kurd yê bi navê “Faroq Nîkpey” bi danîna barmteyê, ji girtîgeha bajarê “Merîwan” ê hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, bi danîna barmteya biqasî 150 miliyon Tumenî heta dema dadgehîkirinê, ji girtîgeha wî bajarî hatiye azadkirin.

“Faroq Nîkpey” di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe, hatibû bêparkirin.

Ew welatiyê Kurd, piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê “Sine”, bo girtîgeha bajarê “Merîwan”ê hatibû veguhastin.

Roja Çarşemî 17`ê Sermawezê, ew welatiyê Kurd bi bê hebûna ti belgeyekê yasayî, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên li “Selewatava” a girêdayî bajarê “Sine” hatibû binçavkirin, û piştre bo lêpêçînê bo girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê “Sine” hatibû veguhastin.

Heta niha ji sedema binçavkirina wî welatiyê Kurd, û tohmetên ku li dijî wî welatiyê Kurd de hatine sepandin, ti zanyariyek jiber dest de tune ye.