Ezîz Nesîrî bi danîna barimteya giran bi awayekî demkî hate azadkirin

16:16 - 31 Kanûna pêşîn 2020

Îro Pêncşemî 11ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Ezîz Nesîrî” xelkê bajarê Urmiyê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî heya bi dawîhatina heyama dadresiya wî ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, piştî 26 rojan ji binçavkirina wî li girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran, bo dawîhatina heyama lêkolînê, bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd, rêkevta 13ê Xermananê, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” hatibû binçavkirin.