Ezîme Nasirî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin

18:59 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2021

Îro Sêşemî 5`ê Gelawêjê, welatiya Kurd a xelkê bajarê Bokanê, “Ezîme Nasirî”,  ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Pêka gotina yek ji kesên nêzî wê welatiya Kurd, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîş kirine ser mala Ezîme Nasirî û ew binçavkirin.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Hêzên ewlehî ew welatiya Kurd bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê veguhastine. 

Herwisa wê çavkaniya agehdar got: “Heya niha hêzên ewlehî sedema binçavkirina “Ezîme Nasirî” neragihandine”.

Roja Yekşemî 17`ê Reşemeya sala 1399`an, ew welatiya Kurd bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.

Ew welatiya Kurd roja Şemî 20`ê Befranbara sala 1399`an bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Roja Çarşemî 15`ê Rêbendana sala 1399`an, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsîn ji “Ezîme Nasirî” ew bo benda jinan a girtîgeha bajarê Urmiyê veguhastibûn.