“Eyûb Hedîsî” bona cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgehê hat veguhastin

16:49 - 13 Çirriya paşîn 2022

Roja Şemî 21`ê Xezelwera sala 1401`an a Rojî, “Eyûb Hedîsî” endamê saziya jîngehparêzî ya bajarê Pîranşarê, bona cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha bajarê Nexedê hat veguhastin.

“Eyûb Hedîsî” di heyama derbasbûyî de, ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Pîranşarê bi serokatiya dadwer “Babayî” bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî” bi 6 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan.

Roja Sêşemî 16`ê Xakelêweya sala 1401`an a Rojî, ew endamê saziya jîngehparêzî ya bajarê Pîranşarê, piştî 67 roj ji binçavkirinê bi danîna barimteya 1 milyard û 500 milyon Tumenî li bajarê Nexedê hat azadkirin.  

“Eyûb Hedîsî” li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê di bin lêpirsînê de bûye û di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêragihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Ew welatiyê Kurd piştî bidawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Nexedê hatibû veguhastin.

Êvareya roja Şemî 9`ê Rêbendana sala 1400`an a Rojî, “Eyûb Hedîsî” endamê saziya jîngehparêzî ya bajarê Pîranşarê, bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.