“Eyûb Hedîsî” bi danîna barimteyê ji girtîgeha Nexedeyê hate azadkirin

18:13 - 5 Nîsan 2022

Îro Sêşemî 16`ê Xakelêweyê, endamê encumena jîngehparêza bajarê Pîranşehrê “Eyûb Hedîsî”, piştî derbasbûna 67 roj binçavkirinê bi danîna barimteya milyardek û 500 milyon Tumenî ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê heta dema bi dawîhatina heyama dadresiyê ji girtîgeha bajarê Nexedeyê hatiye azadkirin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, hêzên ewlehî ew welatiyê Kurd bi “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê” tawanbar kirine.

“Eyûb Hedîsî” li yek ji girtîgehên ewlehî di bajarê Urmiyê de li jêr lêpirsînê bû û di heyama binçavkirina xwe de çend caran peywendiya telefonî digel malbata xwe girtiye û lê ji mafê destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bêparkirin.

Ew welatiye piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin.

Êvareya roja Şemî 9`ê Rêbendana sala 1400`an a Rojî, “Eyûb Hedîsî”  bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.