Ewlehiya sipaha pasdaran, 2 lawên Mihabadî girtin

15:04 - 5 Îlon 2014
Ajansa Kurdpa: bi girtina wan 2 lawên Kurd ji xelkêşarê Mihabad, ji aliyê parastina ewlehiya sipaha pasdaran de, hejmara girtina welatiyên Kurd li herêmên Kurdistaniyên Îranê de ji despêka demsala havîna îsal de heya niha, ji aliyê senterên asayişê de, gihîşte bi 74 kesan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, parastina ewlehiya sipaha pasdaran li şarê Mihabad, 2 lawên Kurd bi navên Kamran Qurêyşîû Zanyar Samanpûr girtin.

Bi gotina kesên wir, ajanên parastina ewlehiya sipaha pasdaran, bi kincên sivîl, ber derê zanîngeha azada Mihabadê de, ev 2 lawên kurd bi lêdan û kutanê, sarê wesaîta xwe kirine.

Tê gotin; hêzên parastina ewlehiyê, paşî girtina van 2 lawên Kurd, çonê malên babê van û kamputer ûçend dosyeyên deng û filmên van yên li ser video û kamêraya wan, dest danîne ser.

Heya weşana vê nûçê, Zanyar Samanpûr û Kamran Qurêyşî, li naw destê hêzên parastina sipaha pasdaran de mane û li binkeyik ya sipaha pasdarên hukûmeta islamiya Îranê de li şarê Mihabad de, hewsîne.

Heya niha û paşî derbas bûna 5 rojan ji girtina wan lawan, hegera girtina wan nerone.