Ew zêdeyî 20 Newroz in 2 çalakvanên siyasî ên Kurd li zindanê dimîn in

21:15 - 24 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Navendên ewlekarî ên ser bi hikûmeta Îranê ew zêdeyî 20 sal in nahêlin 2 çalakvanên siyasî li zindanê hevdîtin bi wan re pêkvere yan serdana malbatên xwe bikin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Usman Mustefapûr xelkê Pîranşehra rojhilatê Kurdistanê ku 23 salin li zindanên Îranê dimîne, hîna merexesî bi wî nehatiye dayîn.

Yek ji xizmên Mustefapûr li ser vê pirsê peyamnêrê Kurdpa re got:“Ew girtiyê siyasî ji girtina parêzeran hatiye bê par kirin; jiber vê em ji çarenûsa wî nehatine haydar kirin.”

\"25602.jpg\"
Usman Mustefapûr zindaniyê siyasî li Pîranşehrê ku beriya niha bi 23 salan hatiye girtin û hîna merexesî bi wî nehatiye dayîn
Wê çavkaniya nûçeyan di bersiva wê pirsê de ku doseya Usman bezir bûye de ragihand: “Ew nûçe ji rastiyan bi dûr e û em dilgiranê 10 sal cezayê din yên bi wê re hatî pesend kirin de ne ku hîna jî sedema wî cezayî nehatiye zelal kirin.”

Pêwîste bê gotin; Usman Mustefapûr di dema ku girtîgehê de bûye Dayîk, bira, xuşk û xarziya wî jiyana xwe ji dest dane, lê hikûmeta Îranê heya rojek jî Îzna bi derketin ji zindanê bi wî nedane da li merasîma sersaxiyê de beşdar bibe.

Bi sedema rewşa nebaşa madî a malbata Usman Mustefapûr nikarin pêdaçûnê li ser doseya wî bikin ku vê yekê jî navendên parastinên mafên mirovan dilgiran hîştine.

Ji aliyekî din ve Mohemmed Nezerî zindaniyê siyasî yê Kurd ê Sayîn qele ku zêdeyî 21 sal in li zindanê dimîne û hukmê azadkirina wî nayê pejirand in.

\"25603.jpg\"
Mohemmed Nezerî Zinadinyê siyaî ê Kurd ku zêdeyî 21 salin li girtîgehê dimîne
Bi gotina Mohemmed Nezerî beriya niha bi du salan hukmê azad kirina wî hatibû pejirand in lê di dawî de Hêzên ewlekarî ên ser bi hikûemta Îslamiya Îranê bi sedema kîn û nefreta ku di dilê wan de hêlîn çêkirye, li gel vê yekê hev nekin û ez nehatim berdan.

Ew çalakvanê siyasî ên Kurd bi hukmê alîkarî kirin li gel partiyeke opozisyona hikûmeta Îslamî ya Îranê ew 21 sal in li zindanê dimîne ku hîna jî merexesî bi wî nehatiye dayîn.

Nezerî di 23 saliya temenê xwe de li Bokanê hat girtin û ji aliyê dozgeriya Şoriş a Urmiyê ve bi darvekirinê hat tomet bar kirin ku bi dûre ew hukm bo cezayê heta hetayî hat kêm kirin.