Ev heyamê 4 heyvan in mûçeyê Kedkarên Bendavekî bi wan nehatiye dan

21:58 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: nêzî 4 heyvan in ku Berpirsên Bendava Terha Bendava Zîviye mûçeyê 100 Kedkaran nadin.

Pêka Nûçeyê “Komîteya Hev’ahengî ji bo Damezrayî ên Kedkarî”, nêzî 4 heyvan in ku Berpirsên han mûçeyê 100 Kedkaran nadin.

Bendava Zîviye li 200 Kîlomêtriya Bakurê Rojavaya Kamyaranê hilketiye ku li sala 1384’an ve ev Piroje ji aliyê Kompaniya “Cîhadê Nesr” dest pêkir.

Di dema bihorî de li hev’anîna Bendavan li Kurdistana Berbelav bûye û tenê li Parêzgeha Sine 10 Bendav hatine danîn.

Li gor Çalakên Kedkarî û Malpera Saziya Kedkaran, rewşa jiyana wan Kedkaran ne baş e û şîpela ji karê bê parkirina wan didome.

Pêka amara tomarkirî ji aliyê Navenda Amara Kurdpa ve, li heyamê 4 heyên derbasbûyî de hema li 2 Bendavên Jawe a Jaweroya Sine û Daryan a Pawe, 280 Kedkar ji karê xwe hatine bê parkirin.