Ev heyama çend mehane, qedera du welatiyên xelkê bajarê Pîranşehrê nexuya ye

17:58 - 14 Şibat 2022

Ji qedera du welatiyên Kurd ên bi navên “Luqman Qadirî” û “Enver Şêxe” xelkê bajaroka “Peswê”ya girêdayê bajarê Pîranşarê ku li mehên Rezber û Xezelwera îsal, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibûne binçavkirin ti zanyariyek jiber dest tune ye.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar ew du welatiyên Kurd piştî binçavkirinê bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Herwisa wê çavkaniya agehdar diyar kir : “Ew du welatiyên Kurd di heyama binçavkirinê de, ji mafê destpêregihîştina bi parêzer û hevdîtin digel malbatên xwe hatibûne bêparkirin û herwisa hêzên ewlehiyê ew du welatiyên Kurd bi tohmeta endambûn li yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê, binçav kiribûn.

Roja Pêncşemî 29`ê Rezberê, hêzên ewlehiyê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî “Luqman Qadirî” li ser rêya Pîranşar-Peswê hatibû binçavkirin.

Herwisa roja Sêşemî 11`ê Xezelwerê “Enver Şêxe” bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin.