Eta Rehmanzade bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate berdan

17:47 - 27 Kanûna Paşîn 2021

Roja Duşemî 6`ê Befranbarê, welatiyekî Kurd yê bi navê “Eta (Şemal) Rehmanzade”, xelkê bajarê Seqizê, pêştî bi dawîhatina lêpêçînê bi danîna barimteyê ji girtîgehê hate berdan.

Roja Pênşemî 2`ê Rêbendanê, ew welatiye, derheq sevikatîkirina deng û rengê hikûmeta Îranê bi kêncin Kurdî nerizaetî nişan dabû û li meydana “Helo” ya bajarê Seqizê bi kêncin Kurdî amade bibûe û her bi vê sedemê ji aliyê hêzên ewlehî ve bi bê hebûna ti belgeyên yasayî hatibû binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd, meha Banemera 97`ê di taya yek a dadgeha Şoreş ya bajarê Seqizê de, bi tawana “piropagende li dijî nizamê” yek sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan. Herwisa navbirî ji wê “tometa têkdana aramiya giştî” jî bêtawan hatibû naskirin.

Herwisa ev welatiyê Kurd roja 4`ê Rezbera sala 1396`an jî, piştî ku di meşên ji bo piştevanîkirin ji piroseya serxwebûna Herêma Kurdistanê de başdarî kiribû, ji aliyê hêzên îstxbaratê ve hatibû binçavkirin, û ji bo girtîgeha îdareya bajarê Seqizê hatibû veguhestin.

Navbirî piştî derbaskirina heyama mehekê di girtiîgehê de, bi danana barimteya 70 milyon Tumenî ji girtîgeha navendî a bajarê Seqizê ji bo heyameke demkî hatibû azadkirin.

“Eta Rehmanzade” xêzandar, û xelkê gundê “Mirze” ya devera Serşîw a girêdayî bajarê Seqizê ye.