Eta Rehmanî ji girtîgeha bajarê Seqizê hat azadkirin

18:19 - 3 Îlon 2022

Roja Înê, 11ê Xermananê, “Eta Rehmanî” girtiyê siyasî yê Kurd piştî bidawî hatina heyama girtîgeha wî ji girtîgeha bajarê “Seqiz”ê hat azadkirin.

Roja Şemî 1ê Xezelwera,1400an a Rojî, ew girtiyê siyasî bo cîbicîkirina cezayê wî bo girtîgeha bajarê “Seqiz”ê hatibû veguhastin.

Ew welatiyê Kurd berê ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê “Seqiz”ê bi tohmeta “piropagende li dijî nizam”ê bi 11 meh girtîgehê hatibû cezadan û ew ceza ji aliyê dadgeha pêdaçûnê hatibû piştrastkirin.

“Eta naskirî bi (Şemal) Rehmanzade” roja Duşemî 6ê Rêbendana sala 1399an piştî bidawî hatina heyama lêpêçînê, bi danîna barimteyê hatibû azadkirin.

Roja Pêncşemî 2ê Rêbendana sala 1399an ew welatiyê Kurd bi nîşandana nerizayetiyê li derheq sivikayetî kirin bi “Deng û Rengê” hikûmeta Îranê, bi cilûbergên Kurdî, li meydana “Helo” a bajarê “Seqiz”ê amadebû, û ji aliyê hêzên ewlehî ve bi bê hebûna belgeyên yasayî hatibû binçavkirin.