Eta Fetahî bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin

17:14 - 23 Çirriya paşîn 2020

Roja Yekşemî 2ê Sermawezê, ciwanekî Kurd yê bi navê “Eta Fetahî” yê temen 24 salî û kurê Mihemed xelkê gundê “Serdoş” yê ser bi bajarê Merîwanê, bi danîna barimteyê bi awayekî demkî hate azadkirin.

Roja Sêşemî 6ê Xezelwerê, ew ciwanê Kurd bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

“Eta Fetahî” bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya Îtilaat ya bajarê Sineyê hatibû veguhastin û piştre, piştî dawîpêhatin heyama lêkolîna wî, bo girtîgeha navendî a wî bajarê hatibû veguhastin.

Tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin, “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” hatiye ragihandin.