Esrîn Mihemedî bo girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê hate veguhastin

17:58 - 16 Şibat 2021

Îro Sêşemî 28ê Rêbendanê, Esrîn Mihemedî piştî bi dawîhatina heyama lêkolîna wê ji girtîgeha El-Mehdî ya ser bi bajarê Urmiyê bo girtîgeha navendî a wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiya Kurd roja Şemî 20ê Befranbarê ji aliyê hêzên ewlehî yên girêdayê Îtila`ata Spahê ve li bajarê Tehranê hatibû binçavkirin û navbirî li peywendiyeke telefonî digel malbata xwe ragihandibû ku bo lêkolînê bo girtîgeha Îtila`ata Spahê li bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Esrîn Mihemedî xelka bajarê Sineyê û xwendekara rişteya endazyariyê ye.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wê welatiya Kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.