“Eskender Lutfî û Mesûd Nîkxwa” dest avêtine bi gireva birçîbûnê

18:22 - 4 Gulan 2022

 “Eskender Lutfî û Mesûd Nîkxwa” ji endamên birêveberiya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, li dema binçavkirinê de dest avêtine bi gireva birçîbûnê.

Şêvra Hevahengîkirinê ya Saziya Sinfî a Mamosteyên Îranê, tevî piştrastkirina gireva birçîbûna “Eskender Lutfî û Mesûd Nîkxwa” ragihandiye ku: “Em hivîdarîn ew navenda ku ew herdu welatî binçavkirine bi têgihîştin digel wê mijarê reftar bike û wan herdu welatiyan serbest berde.

Roja Yekşemî rêkevta 11`ê Banemerê “Eskender Lutfî, Şe`iban Mihemedî û Mes`ûd Nîkxwa, ji endamên hey`eta birêveberiya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwan, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û paşnîveroya hemen rojê “Şe`iban Mihemedî” hatibû azadkirin.