“Eskender Lutfî û Mes`ûd Nîkxwa” bo yek ji girtîgehên ewlehiya Sinê hatine veguhastin

19:11 - 7 Gulan 2022

 “Eskender Lutfî û Mes`ûd Nîkxwa”, ji endamên birêveberiya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, bo lêpirsînê bo yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Sineyê hatine veguhastin.

Çavkaniyeke agehdar di wî warî de bi ajansa “Kurdpa”yê re ragihandiye, sibêdeha roja Yekşemî 11`ê Banemerê, ew 2 çalakvanên sinfî ya mamosteyan, piştî binçavkirinê, ji aliyê Îtila`ata Spaha Pasdaran ve bo lêpirsînê bo girtîgeha wê navenda ewlehî li bajarê Sineyê, hatine veguhastin.

Herwisa wê çavkaniyê ewa jî xiste ber bas, ew 2 çalakvanên sinfî ya mamosteyan di heyamê binçavkirinê de bi tenê carekê peywendiya telefonî digel malbata xwe hebûye.

Wê çavkaniyê di berdewamiya qisên xwe de got: Ew 2 endamên hey`eta birêveberiya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwan, di wî heyamê de li hevdîtin digel malbatên xwe û destpêregihîştina bi parêzer hatine bêparkirin.

Ji aliyeke din ve şêvra Hevahengîkirinê ya Saziya Sinfî a Mamosteyên Îranê ragihandiye “Eskender Lutfî û Mesûd Nîkxwa” şeşemîn roja gireva xwe ya xwarinê bi binçavkirî derbas kirin.

Roja Yekşemî 11`ê Banemerê “Eskender Lutfî, Şe`iban Mihemedî û Mes`ûd Nîkxwa, ji endamên hey`eta birêveberiya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwan, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û piştînîveroya hemen rojê “Şe`iban Mihemedî” hatibû serbestkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û sûçê ku li dijî wan du çalakvanên sinfî ya mamosteyan, ti zanyariyek ber dest nîne.