“Eskender Lutfî”, çalakvanê sinfî yê mamosteyan dest avêt bi gireva birçîbûnê

18:50 - 30 Gulan 2022

Îro Duşemî 9`ê Cozerdanê, “Eskender Lutfî” Endamê Heyeta Birêveberî ya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê, bi nîşaneya nerizayetiyê bi berdewamiya binçavkirina neyasayî û givaşxistina ser wî ji bo vergirtina îtirafa bi zorê, dest avêt bi gireva birçîbûnê.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên ewlehî “Eskender Lutfî” xistine bin givaşê ku digel du welatiyên Feransî yên binçavkirî ji aliyê Wezareta Îtila`atê ve pêwendî hebûye, îtiraf bike.

Herwisa wê çavkaniyê got: “Biryara binçavkirina demkî ya wî çalakvanên sinfî yê mamosteyan ji aliyê lêpirsê taya yek a dadgeha Şoreş û pejirandina dadsitanê bajarê Merîwanê ve hate demdirêjkirin.”

Du welatiyên Feransî li meha Banemera îsal ku endamên fedrasiyona hînkarî û çandiya sendîkaya karê Feransê ne, ji aliyê Wezareta Îtila`atê ve hatibûne binçavkirin û wê Wezarete ew bi “peywendîgirtin” digel çalakvanên sinfî yên mamosteyan û kedkaran ji bo “rêkxistina nerizayetiyên sinfî û xelitandina wan” bi mebesta afirandina nearamiyê tawan kiriye.

Herwisa Îro Duşemî 9`ê Cozerdanê, mamosteyên Merîwanê li hember demdirêjkirina biryara binçavkirina “Eskender Lutfî”, binçavkirina “Şe`iban Mihemedî û Mes`ûd Nîkxah” û senariyoya ewlehî û propagendeya deng û rengê Îranê, kombûna nerizayetiyê li hember dadgusteriya wî bajarî lidar xistin.   

Di wê kombûna nerizayetiyê de, mamosteyên Merîwanê binçavkirina “Eskender Lutfî, Şe`iban Mihemedî û Mes`ûd Nîkxah” ji endamên Heyeta Birêveberiya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwanê şermezar kirin û daxwaza azadiya wan kirin.   

Sibêdeha roja Yekşemî 11`ê Banemerê “Eskender Lutfî, Şe`iban Mihemedî û Mes`ûd Nîkxah”, ji Endamên Heyeta Birêveberiya Encûmena Sinfî ya Mamosteyên Kurdistan-Merîwan, ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibûn binçavkirin û piştînîvroya hemen rojê “Şe`iban Mihemedî” hatibû azadkirin.

“Eskender Lutfî û Mes`ûd Nîkxah” piştî binçavkirinê, ji aliyê Îtila`ata Spaha Pasdaran ve bo lêpirsînê bo girtîgeha wê navenda ewlehî li bajarê Sineyê, hatibûne veguhastin.

“Mes`ûd Nîkxwah” roja Çarşemî 21`ê Banemerê bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hatibû azadkirin û sibêdeha roja Pêncşemî 22`ê Banemerê bo cara duyê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

“Şe`iban Mihemedî” roja Çarşemî 21`ê Banemerê dema derkevtin ji mala xwe û li meydana “Bawereşî” ya bajarê Merîwanê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Herwisa roja Yekşemî 10`ê Rêbendana sala 1400`an a Rojî, “Şe`iban Mihemedî” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Pêncşemî 5`ê Reşema heman salê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî bi awayek demkî heta bi dawîhatina heyama dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Merîwanê hatibû azadkirin.

Ew sê çalakvanên sinfî yên mamosteyan bona lêpirsînê di girtîgeha ewlehî ya bajarê Sineyê de ne, û ji hevdîtin digel malbatên xwe û destpêregihîştin bi parêzer hatine bêparkirin.

Piştî binçavkirina wan sê çalakvanên sinfî yên mamosteyan, Firant Layîn Dîfêndrêz li derheq binçavkirina xweserane ya “Şe`iban Mihemedî û Mes`ûd Nîkxah”, daxwazkarê azadiya bilez û bê merc a wan bû.