Eskender Lutfî bi du sal heps hate cezadan

17:46 - 12 Şibat 2020

Roja Çarşemî, 23`ê Rêbendanê, endamê Encumena Sendîka ya Mamostayên Kurdistan-Merîwan, “Eskender Lutfî”, ji aliyê dadgeha gîştî ve, bi 2 sal heps hate cezadan.

Ew cezaye ji aliyê parêzerê wî, “Salih Nîkbext” ve hatiye erêkirin û bi gotina navbirî, di heyama derfeta yasayî de, li derheq wê cezayê pêdeçûne tê kirin.

Herwisa, “Salih Nîkbext” dibêje: “Cezaya “Eskender Lutfî” di demekê de bi ser wî de hatiye sepandin, ku ew tohmete ne şikayeteke heqîqî heye ne jî yasayî heye”.

Roja Duşemî, 7`ê Rêbendanê, 6`emîn dadgehîkirina mamosta û endamê Sendîka ya Mamostayên Kurdistan-Merîwan, “Eskender Lutfî”, di taya 104 a dadgeha Ceza a bajarê Sineyê de bi rê ve çûbû.

Roja Çarşemî, 23`ê Xezelwer a sala 1397`an, hêzên girêdayê Îtila`ata Spaha Pasdaran êrîşî li ser mala wî kiribûn û dest bi vekolîna mala wî kiribûn û hinek tiştên wî yên kesî digel xwe biribûn.

Navbirî, piştî desteserkirinê, bo lêkolînanê bo îdareya Îtila`at a Spaha Pasdaran a Kurdistan bo bajarê Sineyê hate veguhastin.