Erselan Ewliyayî piştî tevaw kirina hûkmê xwe ji zîndanê hat azad kirin

13:31 - 22 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Erselan Ewliyayî girtiyê siyasî yê Kurd, piştî tevaw kirina hûkmê xwe li zîndana bajarê Sinê hat azad kirin.

Roja Yekşem berwar 21’ê Nîsana 2013’an Erselan Ewliyayî girtiyê siyasî yê Kurd,piştî derbaskirina hûkmê xwe yê zîndanê li zîndana bajarê Sinê serbest hat berdan.

Girtiyê siyasî Erselan Ewliyayî heyamek beriya niha ji aliyê dezgeha qezayî ya bajarê Sinê 6 meh ji zîndana vî pêhat bexşîn .

Erselan Ewliyayî tevî Enwer Husênpenahî di payîza sala 2006’an de ji aliyê hêzên ewlekarî yên Komara Îslamiya Îranê li bajarê Sinê hatibûn girtin û piştre bi tawana “Xebat li dijî tenahiya netewî”bi darvekirinê hatibûn mehkûm kirin.

Hûkmê wan du girtiyên siyasî du salan beriya niha bo 6 sal zîndanê hatibû kêmkirin û niha Enwer Husênpenhaî li zîndana bajarê Sinê de hatiye ragirtin.