Êrişî Ser Xwandevanek Kurd hat kirin

14:35 - 18 Şibat 2013
Ajansa Kurdpa: Seva xemsarî û nebûna çavedêriya karbidestên dewletî, êrişî ser xwandevank Kurd li qutabxaneya gundê “Nigil”a ser bi bajarê Sinê hat kirin.

Li gori rapora ajansa kurdpa, piştî niwroya roja Yekşem berwar 3’ê Şibata 2013’an xwandevanek xelkê gundê “Miyane” ku li xwandingeha gundê “Nigil”ê mijûlî xwandinê bû, ji aliyê 3’ê kesan ku temenê wan 17 heya 19 salan bone, bi zora kêrê kevtiye ber gefan û li baxên derddûra gundê “Nigil” bi kom destrêjiya sexsî jê hatiye kirin.

Li gori nûçeya nûçegihanê kurdpa li gundê Nigil, xwandevanê han piştî ku destrêjî jê hatiye kirin, bi zerba kêrê li çend cihan hatiye birîndar kirin.
Li gori gotin wilatiyên gundê Nigil li heyamê salên bihûrî de gelek boyerên wisa seva kêmtirxemiya karbidestên dewletê çêbûne.

Berê jî yek ji xwandevanên gundê “Kelaterzan”a bajarê Sinê bi navê “A.B”bi awayek bi kom destrêjiya sexî jê hatibû kirin û seva vê yekê tuşî xemokî û nesaxiyên hûndurîn hatiye.