“Erestû Mela Rehîmî” bo Dadseraya Giştî a bajarê Mihabadê hate gazîkirin

18:04 - 8 Şibat 2021

Taya 2 a lêpirsiya giştî û înqilaba Mihabadê “Erestû Mela Rehîmî” çalakvanê medenî û xelkê wî bajarî bo vê navendê gazî kir.

Ew çalakvanê medenî pêka wê banghêjnameyê ku roja Şemî 18ê Rêbendanê wergirtibû, dibû 5 roj piştî wergirtina wê banghêjnameyê li dadgehê amade be.

Ew çalakvanê medenî bi tohmeta “çalakiyên piropagende li dijî nizamê”  ji aliyê dedgehê ve hatiye banghêjkirin.

Roja Şemî 11ê Rêbendanê “Erestû Mela Rehîmî” bi danîna barimteyê ji girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû azadkirin.

Roja Şemî 4ê Rêbendanê ew çalakvanê medenî piştî gazîkirin bo sitada xeberiya Îtilaata bajarê Mihabadê hatibû binçav kirin.

Ew çalakvanê medenî piştî çend demjimêr lêpêçînê bo girtîgeha bajarê Mihabadê hate veguhastin.

Hêzên ewlehî “Erestû Mela Rehîmî” piştî belavkirina gotarek li ser salvegera damezrandina Komara Kurdistanê di torên civakî de ji rêya telefonê ve banghêj kiribûn û piştre ew welatî binçav kiribûn.

Ew çalakvanê medenî di navendên hevkarî û kempeynên xelkê yên wî bajarî de bo hevkarîkirin digel xelkê lehîlêdayî yên Luristanê û herwisa erdheja Kotol û Kirmaşanê kar û çalakî kiriye.