Enver Resûlî bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:48 - 10 Çirriya paşîn 2021

Roja Duşemî 17`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Enver Resûlî” 45 salî kurê Resûl û xelkê gundê “Ebulhesen” ê ser bi bajarê Baneyê bi danîna barimteyê ji girtîgeheke ewlehî ya wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema bi dawîhatina qonaxên dadresiyê hatiye azadkirin.

Roja Çarşemî 24`ê Xermananê, hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî êrîş li ser mala wî welatiyî kiribûn û navbirî binçav kiribûn.

“Enver Resûlî” di heyama binçavkirinê de ji “destpêregehîştina bi parêzer” û “hevdîtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser “Enver Resûlî” de hatiye sepandin, ti zanyariyek li ber dest nîne.