Ensar Edwayî bo cîbecîkirian cezaya wî bo girtîgeha Merîwanê hate weguhastin

18:14 - 25 Tebax 2021

Roja Dûşemî 1`ê Xermananê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ensar Edwayî” xelkê gundê “Silên” ê ser bi bajarê Sewlawayê, bo cîbecîkirina cezaya wî bo girtîgeha bajarê Merîwanê hate veguhastin.

Ew welatiye li meha Reşemeya sala 1397an, ji aliyê dadgeha şoreş a bajarê Merîwanê bi tohmeta “hevkarî kirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” bi 6 meh girtîgeha te`izîrî hatibû cezakirin û ew cezaye di dadgeha pêdeçûnê de bi 4 meh girtîgeha te`izîrî hatibû kêmkirin.

“Ensar Edwayî” li roja Yekşemî 25`ê Sermaweza sala 1397an, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatibû biçavkirin û piştî 15 rojan lipêrsînê bi danîna barimteyê li yek ji girtîgehên ewlehî yên bajarê Merîwanê hatibû azadkirin.