Endamên girûpa mûzîkî ya jinan a bi navê “Gilarîs” hatine binçavkirin

18:16 - 21 Kanûna Paşîn 2021

Roja Şemî 27ê Befranbarê, du endamên girûpa mûzîkî a “Gilarîs”a Kimaşanê yên bi navên “Nazenîn Etabekî û Nesteren Yezdanpûr” piştî banghêjîkirin bo Polîsê Ewlehiya bajarê Kirmaşanê hatine binçavkirin û bo heyama çend demjimêran di bin lêpêçînê de bûn.

Ew du endamên girûpa mûzîkî ya “Gilarîs” a jinan di heman roj de piştî bi dawîhatina lêpêçînê bi danîna barimteyê heta dema dadgahîkirina wan bi awayekî demkî hatine azadkirin.

Di heyama rojên derbasbûyî de, “Melîhe Muradî, Nesteren Yezdanpûr, Nazenîn Etabekî, Semîra Ferhnakî û Êlham Yezdanpûr” endamên girûpa mûzîkiya jinan ya bi navê “Gilarîs” a Kirmaşanê çendîn car bo polîsê ewlehiya Kirmaşanê hatine banghêjîkirin û soznamey bi nivîs li wan wergirtine.

Polîsê ewlehiyê di bajarê Kirmaşanê de li endamên girûpa “Gilarîs”ê sozname wergirtiye ku carek din di kilîpên banghêjiyan de beşdariyê nekin.

Roja yekşemî 28ê Befranbarê “Hesen Heyderî” berpirsê polîsê ewlehiya Kirmanşanê bi bê îşarekirin bi navê girûpa mûzîkî a “Gilarîs”a Kirmaşanê bas ji binçavkirina du jin bi sedema “stran gotinê li ser raspardeya yek ji navendên sênfî bi merema banghêjî ji aliyê yek ji kanûnên banghêjî yê di bajarê Kirmaşanê de” kiribû.

Sala 1398an “Mercan Keremcanî” yek ji endamên girûpa mûzîka “Gilarîs” ji aliyê navendên ewlehî ve li bajarê Kirmaşanê ji çalakiyan hatibû qedexekirin.

Girûpê mûzîkî ya jinan a bi navê “Gilarîs” di sala 1396an li bajarê Kirmaşanê hatiye damezrandin û di warê mûzîka Folklor û gelerî de çalakiyan dike û heta niha çendîn konsêrt li bajarê Silêmanî, Kifirî, Çarmehal û Bextiyarî û Kirmaşanê de lidar xistiye.