Endamekî Spaha Pastaran di bajarê Banê de hate birîndarKirin

16:35 - 13 Kanûna Paşîn 2020

Ajansa Kurdpa: Endamekî Spaha Pastaran di bajarê Banê de, ji aliyê kesên nenaskirî ve hate birîndarkirin.

Li gor rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, êvareya roja Yekşemî, 22`ê Befranbarê, endamekî Spaha Pastaran yê bi navê “Kerîm Mehmûdî” kurê Şerîf û xelkê bajarê Baneyê, ji aliyê kesên nenaskirî ve hate birîndarkirin.

Bi gotina çavkaniyek agehdar, navbirî bi awayekî dijwar hate birîndarkirin û bo nexweşxaneya bajarê Banê hate veguhastin.

Heta dema bilavbûna vê nûçeyê, ji nasnameya ew kesên ku ew endamê Spahê kirine armancê xwe, ti zanyariyek ji ber dest de nîne.