Endamekî mekteba quranê di bajarê Mihabadê de hate binçavkirin

17:53 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Çarşemî 1ê Gelawêjê, endamekî mekteba quran yê bi navê “Husên Hesenxanî” xelkê bajarê Mihabadê, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin.

Hêzên ewlehî piştî êrîş kirin li ser mala wî welatiyê, navbirî binçav kirin.

Ew welatiyê Kurd, piştî binçavkirina bo îdareya îtilaata bajarê Mihabadê hate veguhastin.

“Husên Hesenxanî” dem ku di nav bazarê de bû li jêr çavdêriya hêzên ewlehî de bû û di dema vegerîn bo mal, hêzên ewlehî bi nîşandana belgeya banghêştnameyê, daxwez ji navbirî kirin ku digel wan biçe bo îdareya îtilaatê, lê ew welatiyê Kurd ji çûn bû îdara Îtilaatê xwe diparêze.

Şwraya Birêveberî ya Mekteba Quranê, di hember binçavkirina “Husên Hesenxanî”, dijekiryar nîşan daye û ragihandiye ku “Husên Hesenxanî” ji mamostayên duwa navendî yê bajarê Mihabadê bûye û 30 sal e mijûlê mamostayetiyê ye û niha malnişînkiriyê Îdareya Perwerde û Hînkariyê ye û bi sedema hindê ku du demarên dilê wî destçêkirî ne, di bin çavedêriya duktorê pispor de ye û derman bikar tîne; Bi balkişandin li ser rewşa niha a nexweşiya Koronayê û temenê wî yê ser ji 60 salyê, berpirsayetiya tendirustiya wî li stuyê hêzên ewlehî ye.