Endamekî encûmena sênfî a mamosteyên Kurdistanê hate desteserkirin

14:54 - 17 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Yek ji endamên Encûmena sênfî a Mamosteyên Kurdistanê, li bajarê Sine ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin û bo ciheke nediyar veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncişemî 25`ê Rêbendanê, “Moxtar Esedî” Mamosteyê zimanê “English” û endamê Encûmena Sênfî a Mamosteyên Kurdistan, di mala xwe de, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Li gorî çavkaniya agehdar, hêzên îtila`atê bi bê hebûna destûra dadgehê, ew mamosteyê Kurd desteserkirine, û bo cihekî nediyar veguhastin e.

Herwisa vê çavkaniyayê daye xuyakirin ku, derheq sebeba desteserkirina wî çalakvanê sênfî de, tu zanyariyek ber dest tinîne.

Çenda salan berî niha jî, taya 15 a dadgeha Şoreş ya Tehranê, bi berpirsayetiya dadwerê bi navê “Selewatî”, ew çalakvanê sênfî bi tometa “ piropagend li dijî rejîmê”, salek cezayî hepsê bo birîbû.

Çalakiyên Navend û Encûmenên sênfî yên mamosteyan, bo bi destveanîna, daxwazkariyên mamosteyan û xwenenişîn û desteserkirina komek ji çalakvanên wê navendê li pey xwe hebûye.