Endamekî berê yê Sipahê ji aliyê hikûmeta Îranê ve hat kuştin

19:52 - 15 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Di berdewamiya kuştina hemwelatiyên sivîl ji aliyê hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê ve, welatiyekî din yê Kurd ku endamê berê yê Sipaha Pasdaran bû, bi reşandina gulleyan bi serde jiyana xwe ji desat da.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, nîveşeva borî Cefer Şîdayî, xelkê bajarê Kamyaran a rojhilatê kurdistan, li cadeya Kamyaran ber bi gundê Palingan, bû amanca guleyên hêzên leşkerî û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyeke agah li Kamyaranê li ser vê bûyerê peyamnêrê kurdpare got: Ew welatiyê Kurd yê 56 salî, kevte kemîna hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê de û bi gulle reşandin bi ser tirombêla şexsî ya ew têde de,bi qelibîna wesayîtê re wî dawî bi jiyanê anî.

Çavkaniyên herêmî jî qala vê yekê kirin: Yê hatî kuştin ji kesên cerdevan û welatfiroş ên ser bi Sipaha Pasdaran bû ku bi sabiqeyên nebaş ên elaqedar bi kiryarên bi suc li deverê dihat naskirin.

Gorî serjimêriya li Navenda ajansa nûçegihaniya Kurdpa hatî sebt kirin, ji sala 2014-2015`an heya niha, 38 hemwelatiyên Kurd ên sivîl li rojhilatê Kurdistan, bi gulleyên rasteqîne yên hêzên leşkerî ên hikûmeta Îranê , hatine kuştin.

Gor yasaya bi karanîna çekan li Îranê; destpêkê divê hişdarî bi kesê nenas bê dayîn, bi deûre sê car ew gotin bi dengê bilind bigehe bi wî kesî, piştî vê yekê gulkeyên hewayî û di dawiyê de, hekî kesê nenas bi balkêşî tev negeriya gulle ji kemerê bi xwar bi ser wî de bên avêtin ku bi gotina parêzer-Mohemmed Salih Nîkbext: Mixabin yasaya bikaranîna çekan li welatê Îranê nayên parast in.

Mohemmed Salih Nîkbext- Hiqûqzan û parêzerê Kurd, li ser pirsa jor amaje pê hat kirin de gotiye: Hekî tu xalên derbareya bikaranîna durist a çekan ji aliyê hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê ve nehatibin parastin, haletî mirnê wek kuştina bi emd tê hesinband in û divê kesê leşker yê gulke avêtinî bê ceza kirin.