Encûmena Sênfî ya mamosteyên Merîwanê, daxwaza azadkirina bê meric a “Şe`iban Mihemedî” kirin

17:41 - 5 Şibat 2022

Encûmena Sênfî a mamosteyên Merîwanê, di bangeşeyekê de binçavkirina “Şe`iban Mihemmedî” şermezar kirin û bo piştevanîkirin ji wî mamosteyê hatî binçavkirin, li hember, deriyê Fermandariya Merîwanê kombûnek lidar xistin.

Deqa bangeşeyê wiha ye:

Bangeşeya kombûna encûmena sênfî ya mamosteyên Merîwanê, li derheq şermezarkirina girtina “Şe`iban Mihemedî” endamê heyeta birêveberiya encûmenê de ye.

Mamoste û hevkarên hezkirî!

Bi wî awayî ku hûn agehdarin “Şe`iban Mihemedî” mamosteyê malnişînkirî û endamê heyeta birêveberiya encûmena sênfî ya mamosteyên Merîwanê, roja Yekşemî 10`ê Rêbendanê di nêzîkatiya lidar xistina kombûnên sernaserî yên mamosteyan di Îranê de hate binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin, ev binçavkirina digel pêlek nerizayetiyên mamosteyan li bajarên weke, Merîwan û Sewlava û seranserê Îranê rûbirû bû.

Piştî derbasbûna 6 rojan li ser binçavkirina wî mamosteyî de, tevî lipeyketinên malbata wî û encûmena sênfî ya mamosteyên Merîwanê, mixabin piştî binçavkirina wî çalakvanê çandî, heta niha ti zaniyariyek li derheq cihê mana wî jiber dest de nîne.

Encûmena sênfî ya mamosteyên Merîwanê, tevî şermezarkirina binçavkirina “Şe`iban Mihemedî” daxwaza piştevankirina ji mamosteyên Merîwan û sernaserê Îranê, û herwisa daxwaza azadkirina bêmeric yê ew çalakvanê sênfî dike.

Em tevî lipetketinên xwe û bi agehdarkirina berpirsên ewlehî û desthilatdaran derheq binçavkirina demdirêj a “Şe`iban Mihemedî” bo piştevanîkirin ji azadkirina wî endamê encûmena sênfî û herwisa bona piştevanîkirin ji malbata wî, dixwazin kombûnên nerizayetiyê bi beşdariya tev mamosteyên Merîwanê li roja Yekşemî 17`ê Rêbendanê li demjimêr 11ê heta 1ê paştînîvro li hember avahiya Fermandariya bajarê Merîwanê lidar bixînin.  

Hêvîdarîn digel mamosteyên Merîwan û Sewlavayê, şahidê azadkirina “Şe`iban Mihemdî” û mamosteyên din yên binçavkirî bibîn.

Roja Yekşemî li hember avahiya Fermandariya Merîwanê, demjmêr 11 û 30 deqeyan.

Encûmena Sênfî ya mamosteyên Merîwanê