Encumena Jîngeparêzî ya “Çiroyê Jiyan”, şaredariya Serpêl a Zehawê bi hişkkirina darên wî bajarî tawanbar kir

18:41 - 8 Îlon 2020

Encumena Jîngeparêzî ya “Çiroyê Jiyan” a ser bi bajarê Serpêl a Zehawê, şaredariya wî bajarî sebebkarê hişkbûna darên parka “Lale” zanîn.

Wê Encumena Jîngeparêzî ragihand: “Hişkbûna darên parka Lale bi sedema bêserûberî û avedaniya neserastî ya darên wê parkê ji aliyê şaredariyê ve bûye.

Wê Encumenê pêka gotina welatiyên rûniştî yên nêzîkên wê parkê daye zanîn, ku tankêrên şaredariyê tenê ji ber çavên xelkê wan daran av didin ku li ser “caide”yan in û darên din av nadin.

Tevî vê hindê, çendcara hatiye dîtin ku şaredarî wan darane di kêmtirîn demjimêrên roj de avdanî kirine û eva jî bûye sedema hişkbûna beşik ji darên parka Lale.