“Emîr Peyxamî” piştî bi dawîhatina heyama girtîgeha wî hate azadkirin

18:02 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Duşemî 21`ê Pûşperê, “Emîr Peyxamî” Girtiyê siyasî yê Kurd û xelkê bajarê Şinoyê, piştî bi dawîhatina heyama girtîgeha wî ji girtîgeha bajarê Kirmanê hate azadkirin.

Berê dadgeha leşkerî ya bajarê Urmiyê daxwaza lêbihorîn û azadiya mercî ya wî girtiyê siyasî ret kiribû. 

Herwisa roja Pêncşemî 6`ê Cozerdanê, “Farûq Şarwêranî” girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê, piştî bi dawîhatina heyama girtîgeha wî ji girtîgeha bajarê Kirmanê hatibû azadkirin.

Roja Yekşemî 7`ê Rezbera sala 1398`an, “Farûq Şarwêranî” û “Emîr Peyxamî” li derheq reftara nebaş a berpirsê Parastina  Girtîgeha bajarê Kirmanê û givaşxistina li ser wan du girtiyan,  dest avetibûn bi girêva birçîbûnê.

Ew du girtiyên siyasî yên Kurd roja Sêşemî 14`ê Sermaweza sala 1396`an, ji aliyê dadgeha leşkerî ya bajarê Urmiyê ve, bi gelemper bi 8 sal girtîgeh û durxistina bo girtîgeha bajarê Kirmanê hatibûne cezadan.

Li gor wê cezaya ku roja 25`ê Sermaweza sala 1396`an, bi parêzerên wan du welatiyên Kurd hatibû ragihandin, “Emîr Peyxamî” bi 4 sal girtîgeha te`izîrî û “Farûq Şarwêranî” bi 4 sal girtîgeha te`izîrî hatibûne cezadan. Dadgeha leşkerî ya bajarê Urmiyê, ew du welatiyên Kurd bi tohmeta “Hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê” tawanbar kiribûn.

Roja Duşemî 2`ê Rêbendana sala 1396`an, “Farûq Şarwêranî” ji girtîgeha bajarê Urmiyê ve bo girtîgeha bajarê Kirmanê hatibû durxistin, herwisa “Emîr Peyxamî” roja Duşemî 25`ê Pûşpera sala 1398`an bo girtîgeha bajarê Kirmanê hatibû durxistin.