Emîr Pêyxamî ji bo girtîgeha Kirmanê hate dûrxistin

13:53 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Girtiyekî siyasî yê Kurd ê xelkê bajarê Şinoyê ji bo gitîgeha Navendî ya bajarê Kirmanê hate dûrxistin.

Li gorî nûçeya ku gihaye Ajansa “Kurdpa”yê roja Duşemî 25`ê Pûşperê, “Emîr Pêyxamî”, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê bajarê “Şinoyê”, ku pêştir cezaya dûrxistina wî ji aliyê Dîwana Bilind ya Hikûmetê ve hatibû pejirandin, niha ew ji bo girtîgeha Navendî ya bajarê Kirmanê hatiye dûrxistin.

Heyamekê berî niha jî di rêkevta 2`ê Rêbendana sala derbazbûyî de, du girtiyên siyasî yên Kurd yên bi navên, “Tahir Xorşîdî”, û “Faruq Şarwêranî” ji bo girtîgeha navendî ya bajarê Kirmanê hatibûne dûrxistin, lê “Emîr Pêyxamî” bi sedema nebaşbûna rewşa tendirustiya wî, cezayê wî hatibûn sekinandin.

“Emîr Pêyxamî” temenê wî 28 salî ye, û di Cozerdana sala 1396`an, ji aliyê Îstixbarata Spaha Pasdaran ve, hatibû binçavkirin, û di dadgeha leşkerî ya bajarê Urmiyê de, digel du hevwelatiyên din yên Kurd yên bi navên “Tahir Xorşîdî” û “Faroq Şarwêranî” li ser yek bi 15 sal hepsê û dûrxistin ji bo girtîgeha bajarê Kirmanê hatibûne cezadan.