Emîr Bayezîdî Azer bo cîbicîkirina cezaya wî bo girtîgehê hate veguhastin

16:33 - 2 Kanûna pêşîn 2021

Roja Şemî 29`ê Xezelwerê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Emîr Bayezîdî Azer” kurê “Mistefa” û xelkê gundê “Lec” ê ser bi bajarê Mihabadê, bo cîbicîkirina cezayê wî bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Roja Yekşemî 19`ê Rêbendana sala 1399`an, navbirî bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgeha bajarê Mihabadê hatibû azadkirin.

Roja Şemî 27`ê Befranbara sala 1399`an, ew welatiyê Kurd bi bê ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û li roja Çarşemî 1`ê Rêbendana heman salê, ji girtîgeha îdareya Îtila`ata bajarê Mihabadê, bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin.

“Emîr Bayezîdî Azer” di dawiyê de ji aliyê taya 1 a dadgeha Şoreş a bajarê Mihabadê, bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê bo berjevendiya yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, bi sê meh û yek roj girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew ceza di dadgeha pêdêçûnê de hatibû piştrastkirin.