“Emîr Bayezîdî Azer” bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:23 - 8 Şibat 2021

Roja Yekşemî 19ê Rêbendanê welatiyekî Kurd yê bi navê “Emîr Bayezîdî Azer” kurê Mistefa û xelkê gundê “Lec” yê ser bi bajarê Mihabadê bi danîna barimteyê bi awayekî demkî ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Roja Çarşemî 1ê Rêbendanê, ew welatiyê Kurd piştî bi dawîhatina heyama lêpêçîna wî ji girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Mihabadê bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Roja Şemî 27ê Befranbarê, ew welatiyê Kurd bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewehî ve hatibû binçavkirin.

Heya niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî welatiyê Kurd de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest nîne.