Êlnaz Keleşî bi sedema kûrahiya şewitîna wê, canê xwe ji dest da

16:24 - 5 Kanûna Paşîn 2022

Roja Çarşemî 15ê Befranbarê, jinek a bi navê “Êlnaz Keleşî”, keça “Faris”, xelkê gundê “Qunî” yê ser bi devera “Soma” yê girêdayê bajarê Urmiyê ku agir berdabû xwe, bi sedema kûrahiya zêde ya şewitîna wê, canê xwe ji dest da.

Roja Înê 10ê Befranbarê, ew welatiya piştî şewitînê bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.

Pêka gotina çavkaniyek agehdar, “Îlnaz Keleşî” di temenê 13 saliyê de jiyana hevpar pêk anîbû û heta niha, ji sedema xweşewitandina wê ti zaniyariyek li ber dest tinîne.

Di wê derheqê de, roja Pêncşemî 9ê Befranbarê, Keçek a bi navê “Kajîn Fetahî”, keça “Şehab”, temen 18 salî û xelka bajêrokê “Rajan”ê ser bi bajarê Urmiyê, bi sedemek nexuya agir berdabû xwe û dawî bi jiyana xwe anî.

Herwisa roja Yekşemî 5ê Befranbarê, jinek a bi navê “Zara Sabirî”, keça “Siltan”, ya gundê “Qunî”yê ser bi devera Somayê agir berdabû xwe û dawî bi jiyana xwe anî.