Elî Zulfî ji girtîgeha Bokanê hate azadkirin

18:00 - 17 Kanûna pêşîn 2021

Roja Pêncşemî 25ê Sermawezê, welatiyek Kurd ê bi navê “Elî Zulfî” kurê “Hemze”, xelkê bajarê Bokanê, ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Ew welatiye piştî bi dawîhatina heyama murexesiya xwe bo girtîgehê nezivirîbû.

Roja Yekşemî 25ê Rezberê, ew welatiyê Kurd bo derbaskirina heyama girtîgeha wî, bo girtîgeha Bokanê hatibû veguhastin.

Ew welatiye ji aliyê taya 101a dadgeha cezakirinê ya bajarê Bokanê bi dadweriya dadwer, “Pêyman Rostemî” ve, 4 meh û 10 roj girtîgeha teizîrî li ser hatibû sepandin.

Roja Yekşemî 3ê Reşemeya sala 1399an a Rojî, “Elî Zulfî” bi dabnîna barimteya 200 milyon Tumenî ji girtîgeha wî bajarî hatibû azadkirin.

Ew welatiyê Kurd piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê ji yek li girtîgehên ewlehî ên li bajarê Urmiyê bo girtîgeha Bokanê hatibû veguhastin.

Piştî binçavkirina Elî Zulfî, ew li “pêwendiya telefon, çavpêkevtin digel malbat û destpêregihîştin bi parêzer” hatibû bêparkirin.

Şewa Sêşemî 30ê Befranbar a sala 1399an a Rojî, di berdewamiya binçavkirina welatiyên Kurd li bajarê Bokanê de, ew welatiye ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Helzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîşî li ser mala wî welatiyê Kurd kiribûn û ew binçav kiribûn.

Herwisa hêzên ewlehî di dema binçavkirina “Elî Zulfî” de şûşeyên derî û pencereyên mala wî şikandibûn.