“Elî Zulfî” bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgehê hate veguhastin

17:39 - 17 Çirriya pêşîn 2021

Îro Yekşemî 25`ê Rezberê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Elî Zulfî” kurê Hemze û xelkê bajarê Bokanê, bo cîbicîkirina cezayê xwe, bo girtîgeha wî bajarî hate veguhastin.

Ew welatiye, ji aliyê taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Bokanê ve, bi serokayetiya dadwer “Peyman Rostemî”, bi 4 meh û 10 roj girtîgeh hatiye cezadan.

Dadgehê ew welatiyê Kurd bi tohmeta, “propagende li dijî nizamê” ceza dabû û ew cezaye jî di heyama çend rojên derbasbûyî de, bi wî welatiyê re hatiye ragihandin.

Kombûna dadgehîkirina navbirî, meha Pûşpera îsal li taya 101 a dadgeha keyferî ya bajarê Bokanê bi rê ve çûbû.

Roja Yekşemî 3`ê Reşemeya sala 1399`an a Rojî, “Elî Zulfî” bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî ji girtîgeha wî bajarî hatibû azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê li yek ji girtîgehên ewlehî li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Bokanê hatibû veguhastin.

“Elî Zulfî”, piştî binçavkirinê ji peywendiya telefonî, çavpêkevtin digel malbata xwe û herwisa destpêregihîştin bi parêzer hatibû bêparkirin.

Şeva Sêşemî, 30`ê Befranbara sala 1399`an, li berdewamiya binçavkirina welatiyên Kurd li bajarê Bokanê, ew welatiye ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî, êrîş kirine ser mala wî welatiyê û navbirî binçav kiribûn.

Herwisa hêzên ewlehî li dema binçavkirina “Elî Zulfî”, şûşeya der û pencerên mala wî şikandin.