Elî Ellah Weysî bi danîna barimteyê hate azadkirin

17:16 - 16 Hezîran 2021

Roja Yekşemê 23`ê Cozerdanê, çalakvanekî Kurd ê bi navê “Elî Ellah Weysî”, xelkê bahjarê Sineyê piştî 36 rojan li binçavkirinê bi danîna barimteyê ji girtîgeha îdareya îtla`ata wî bajarî, hate azadkirin.

Wî çalakvanê medenî bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî heta dema dadgehîkirina wî bi awayekî demkî ji girtîgehê hate azadkirin.

Şeva Şemî 18`ê Banemerê, ew çalakvanê medenî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Ew welatiyê Kurd, li heyama binçavkirinê de, ji “destpiragihîştin bi parêzer” û “çavpêkevtin digel malbata xwe” hatibû bêparkirin.

“Elî Ellaweysî”, yek ji berevanê mafê destfirûşên bajarê Sineyê ye. 

Heta dema belavbûna wê nûçeyê, ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî çalakvanê medenî de hatiye sepandin ti zanyariyek ji ber dest de nîne.