“Elî Allahweysî” bona cîbicîkirina cezayê girtîgehê bo girtîgeha bajarê Sineyê hat veguhastin

18:21 - 1 Îlon 2022

Îro Pêncşemî 10`ê Xermananê, “Elî Allahweysî” endamê kempeyna “Jiyaneveya Kurdistan” bona cîbicîkirina cezayê girtîgeha xwe bo girtîgeha bajarê Sineyê hat veguhastin.

Ew çalakvanê medenî ji aliyê dadgeha Şoreş a bajarê Sineyê bi serokatiya dadwer “Se`îdî” bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê”, “hevkarîkirin digel yek ji partiyên Kurdî yên dijberên hikumeta Îranê” û “lidarxistina kempeyna Jiyanaveya Kurdistan” bi du sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezadan û ew ceza roja Pêncşemî 29`ê Banemerê ji navbirî re hatibû ragihandin.

Piştî nerizayetî li derheq cezayê yekem ya dadgehê, cezayê girtîgeha “Elî Allahweysî” li taya 4 a dadgeha pêdaçûn a parêzgeha Sineyê bi 5 meh girtîgeha te`izîrî û çar sal girtîgeha ragirtî bo heyama 4 salan hat guherîn.

Êvareya roja Şemî 18`ê Banemera sala 1400`an a Rojî, “Elî Allahweysî” bi bê hebûna ti belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û roja Yekşemî 23`ê Cozerdana heman salê bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî bi awayê demkî heta dema dadgehîkirinê ji girtîgehê hatibû azadkirin.