“Ekber Gewêlî” bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Sineyê hate veguhastin

17:09 - 17 Kanûna Paşîn 2021

Roja Şemî 27ê Befranbarê, “Ekber Gewêlî”, çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Sineyê bo cîbicîkirina cezaya xwe bo girtîgeha bajarê Sineyê hate veguhastin.

Kombûna dadgehîkirina wî welatiyê Kurd, roja Sêşemî 26ê Xakelêweyê, li taya 1 a dadgeha şoreş ya bajarê Sineyê bi serokayetiya dadwer “Seîdî” bi rê ve çû û roja Pêncşemî 4ê Banemerê, cezaya 5 sal girtîgeha teizîrî bi tohmeta “hevkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê” bi navbirî re hatibû ragihandin.

Piştî nerizayetînîşandan wî çalakvanê medenî bo cezaya dadgeha destpêkî, ew cezaye li dadgeha pêdaçûn a bajarê Sineyê bi du sal girtîgeha teizîrî hate kêmkirin.  

“Ekber Gewêlî”, roja Şemî 16ê Sermaweza sala 1398an piştî amadebûn li dadgusteriya bajarê Sineyê hatibû binçavkirin û meha Reşemeya heman salê bi danîna barimteya 200 milyon Tumenî bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Ew welatiyê Kurd, 29ê Gelawêja sala 1398an, ji aliyê hêzên ewlehî ve hate binçavkirin û 17ê Xermanana heman salê bi danîna barimteya 500 milyon Tumenî ji girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Sineyê hatibû azadkirin.