Ehmed Şehîd careke din pirsa mafên mirovan anî holê

21:29 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Ehmend Şehîd bi derxistina daxuyaniyekî, ji karbidestên hikûmeta Îranê û civakên navdewletî xwest ku rewşa mafên mirovan li Îranê berçav bigrin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Ehmend Şehîd raportêrê taybet bi Neteweyên Yekbûyî di karûbarên Îranê de, bi derxistina daxuyaniyekî ragihand ku piştî lihevkirina navokî a Îran û welatên Rojavayî, niha derfetek baş e daku pirsa mafên mirov li wî welatî bê nîqaşkirin.

Wî raportêrê Neteweyên Yelbûyî eva jî anî ziman : Rûhanî divê bala xwe bikişîne ser sozên beriya hilbijartinên serkomariyê. Ew divê qolên ku bi gel danî, cî bi cî bike.

Ehmed Şehîd di vê daxuyaniyê de tekez kiriye: Sulh, pêşkevtin û mafên mirovan bi hev ve girêdayî ne.

Wî karnasê mafên mirovan ê NY, ji welatê Îranê xwestiye mafên mirovan ên jêr îşare pê têkirin, berçav bên girtin:

Îdamkirin bên rawestandin, azadiya bîr û ray bê parastin, mafên jinan, kêmîneyên etnîkî, olî û netewî neyên ji bîrkirin, her wiha zextên li ser, parêzer, rojnamevan û parêzerên mafên mirovan bên rakirin.

Ehmed Şehîd di dawiyê de, ji welatê Îranê xwestiye ku rê bidin ew rêwîtiya wî welatî bike; dakaribe rewşa mafên mirovan li wir bi nêz ve bişopîn e.