Ehmed Sebrî bi danîna barimteyê ji girtîgeha Nexedeyê hate azadkirin

17:30 - 17 Hezîran 2021

Roja Pênşemî 27`ê Cozerdanê, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ehmed Sebrî”, kurê Mistefa û xelkê Peswê, piştî nêzî sallekê nerohniya qedera wî, bi danîna barimteyê ji girtîgeha Nexedeyê hate azadkirin.

Ew welatiye bi danîna barimteya 500 milyon Tomenî bi awayekî demkî heya dema dadgehîkirina wî hatiye azadkirin.

Roja Şemî 5`ê Rezbera sala 1399an, ew welatiyê Kurd, piştî bi dawîhatina qonaxa lêpirsînê ji girtîgeha “El`Mehdî” ya Îtla`ata Spahê li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha bajarê Nexedeyê hatibû veguhastin.

Roja Yekşemî 1`ê Pûşpera sala 1399`an, “Ehmed Sebrî” careke dinê bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Herwisa li roja Yekşemî 11`ê Reşemeya sala 1399an, hêzên ewlehî “Ehmed Sebrî” digel bavê wî “Mistefa Sebrî” hatibûne binçavkirin û “Mistefa Sebrî” piştî çend demjêmiran li lêpirsînê, hatibû azadkirin û “Ehmed Sebrî” bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtla`at a Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê hatibû veguhastibûn.

Ew welatiyê Kurd, li destpêka meha Xakelêweya sala 1399an, bi danîna barimteya 250 milyon Tumenî, bi awayekî demkî ji girtîgehê hatibû azadkirin.

Hêzên ewlehî “Ehmed Sebrî” bi “hevkarî digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberî hikûmeta Îranê”, tawanbar kiribûn.