Ehemd Şehîd : 5 Kurdên Zindanî li Hepsa Urmiyê hatine eşkence kirin

14:40 - 12 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Ehemd Şehîd rêporterê taybetî yê rêkxistina Netewên Yekgirtî bo Mafên Mirovan li Îranê de,rapora xwe a 4’an weşand.

Li gor agahiyên Tv ya BBC a Farisî, Ehemd Şehîd di rapora xwe a 4’an li ser rewşa mafê mirovan li Îranê de ku roja Duşem berwar 11’ê Adara 2013’an di 77 lapereyan de li navenda Şivra Mafê mirovan a Jinêvê bilav kiriye, karbidestên Îranê bi “Binpê kirina armanc dar û berdewam” sûçbar kiriye.

Ehemd Şehîd di rapora xwe de bal kêşandiye ser tepeser kirin û binpê kirina çalakên Netewên Îranî û bi taybetî çalakên Kurd,rewşa xirab a mafê Jinan li Îranê de.

Bi gotina Ehemd Şehîd jibo nivîsandina vê raporê tevî 169 kesan li Îranê de hevpêvîn kiriye û di raporê de lîsteyek ji navên girtiyên Netewên Îranê,Siyasî û Meseb bilav kiriye û navê pitir ji 150 girtiyan di raporê de hatiye bilav kirin.

Şehîd gotiye ku ew kesên ku di çêkirina raporê de alikariya vî kirine kevtine bin zext û givaşan û “di zîndana Urmiyê de Pênc çalakên Kurd hatine girtin û eşkence kirin ku bi pêywendiya xwe tevî Rêporterê Netewên Yekgirtî êtirafê bikin”.

Rêporterê Netewên Yekgirtî bo karûbarên Mafê Mirovan di Îranê de di rapora xwe de bal kêşandiye ser rewşa Mêhdî Kerûbî û Mîr Husên Musewî û Zehra Rehneverd ji rêberên dijberên dewleta Îranê, û bi nîşanên binpê kirina mafê mirovan li Îranê de daye nasandin.navbirî got tevî vê yekê ku di Îslamê de eşkence nahê qebûl kirin lê li Îranê, li dema lêpirsînê ji girtiyan ew tên eşkence dan.

Girtina berbilav a Rojnamevanan ji mînakên din ê binpêkirina mafê mirovan li Îranê de hatiye ragehandin.

Ehemd Şehîd du salan beriya wek reporterê taybetî yê Netewên Yekgirtî jibo Îranê hat hilbijartin û di heyamê han de çendîn caran daxwaz li Îranê kiriye ku îzna hatina vî jibo welatê Îranê bidin,lê her tim ev daxwaz hatiye red kirin.