Egera Dîport kirina çalakek siyasî yê Kurd bo Îranê heya

15:07 - 18 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Çalakek siyasî yê xelkê bajarê Nexedê ji aliyê Polîsê vî welatî hate girtin û egera dîportkirina vî jibo Îranê heye.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, Yusif Husêynî”çalakê siyasî yê Kurd,sibêdeya îro ji aliyê hêzên Polîsên Norwêjê li mala xwe de hate girtin û jibo dîportkirinê bo Îranê hatiye binçav kirin.

\"13325.jpg\"
Bi gotina kesên haydar li boyerê , Polîsan demjimêr 5’ê serê sibê ya îro êrişî ser mala navbirî kirine û navbirî bi dest girêdayî jibo firokexanê veguhastine.

Tê zanîn ku çalakên siyasî û silvîl yên kurd bi bihîstina vê nûçeyê li hember firokexaneyê civînek nerazîbûnê çêkirine.

Heta dema bilav bûna vê nûçeyê çi zaniyariyek li ser rewş û çarenivîsa vî li berdest de niye.

Berê jî dewleta Norwêjê du penaberên Kurd binavên Fatima Merûfî û Emîn Mezafî yê xelkê bajarê Mihabadê dîportî Îranê kiribûn.