Efûya Navneteweyî: Saman Nesîm ji mirinê bifilitîn in

19:06 - 17 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Saziya Efûya Navneteweyî bi belavkirina daxuyaniyeke din a nivîskî, nisbet bi tahlûkeya darvekirina girtiyê siyasî ê Kurd li Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê, hişdarî da.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, di heyamê kêmtir ji 11 rojên borî de, du daxuyanî ji aliyê Saziya Efû (lêborîn) a Navneteweyî li ser darvekirian îhtîmalî a Saman Nesîm (li koxûşa 12’an a zindana Urmiyê) hatin weşandin.

Wê Navenda Navneteweyî a Parastina Mafên Mirovan, (roja borî) ragihand: Hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê, Saman Nesîm neçar dikin bi eşkenceyan ji kiryarên nekerî mukir bê (îtiraf bike)û li ser mediyayên wî welatî (bo raya giştî bibije):“Ez kesekî siyasî û tometbar im”. Karbidestên hikûmeta Îranê dixazin hemwelatiyan bi kiryarên nedadperwerane yên xwe îqnai (razî) bikin; kuştina navborî rewa ye.

Di beşek li daxuyaniya (beriya 10 rojan) a Saziya Efûya Navneteweyî ku Saman ligel malbata xwe axivî bû ji zarê wî ve hatiye: “Hefteya derbas bûyî hejmarek memûrên bi kincên şexsî, ez bo beşa ewlekarî a zindana Urmiyê veguhestim û bi tundî eşkence li min kirin.”

Pêştir jî Saziya Efû (lêborîn)a Navneteweyî ji hemû kesên azadîxwez, demokrat û navendên parastina mafên mirovan daxwaz kiribû; ji welatê Îranê bixwezin da hukmê darvekirina çalakvanê siyasî ê Kurd- Nesîm Saman îbtal bike.

\"24827.jpg\"
Xwepêşandana nerazîbûnê ya çalakvanên siyasî hember îhtîmala îdamkirina Saman Nesîm
Nesîm, ji tîrmeha sala 2011-2012’an, li temenê 17 saliya xwe de, ji aliyê hikûmeta Îslamiya Îranê ve hat girtin û bi dûre liqa1’em a dozgeriya Şoriş a Mehabada rojhilatê kurdistanê, bi tometa (endambûna yek ji partiyên qaşo hikûmetê û herwiha hember Xwedê derketin (miharibe) cezayê darvekirinê lê hat birîn ku di encamê de hukmê wî ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve jî hat pejirandin.

SamanNesîm Kurdê rojhilatê kurdistanê û xelkê Merîwanê ye.