“Efşîn Îlahî” bo girtîgeha îdareya Îtilaata Sineyê hate veguhastin

17:14 - 28 Kanûna Paşîn 2021

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Efşîn Îlahî” ê xelkê Seqizê piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên ewlehî ve bo lêpêçînê bo girtîgeha îdareya Îtilaata bajarê Sineyê hate veguhastin.

Piştî serdana malbata Îlahî bo Îdareya Îtilaata bajarê Seqizê, hêzên ewlehî bi wan re ragihandibûn ku “Efşîn” bo girtîgeha îdareya Îtilaata “Sine”yê hatiye veguhastin.

Ew welatiye ku kedkarê belavkirina kelûpelên “Nûşîn” a bajarê Seqizê ye, roja Şemî 4ê Rêbendanê, bi bê hebûna belgeyên yasayî hatibû binçavkirin.

Hêzên ewlehî piştî binçavkirina wî welatiyê Kurd, êrîş kirine ser mala wî û mala wî vekolîne û mobayla hevjîna wî û herwisa çend keresteyên wî yên şexsî digel xwe birine.

Heta niha ji sedema binçavkirin û tohmeta ku bi ser wî de hatiye sepandin ti zaniyariyek ji ber dest de nîne.