Efşîn Husênpenahî bo îdareya îtla`atê hate gazîkirin

17:07 - 21 Kanûna pêşîn 2021

Roja Duşemî 29`ê Sermawezê, Efşîn Husênpenahî, çalakvanê medenî, ji aliyê Stada Xeberî a îdareya îtla`ata bajarê Sine hate gazîkirin û lêkolîn jê hate kirin.

Li gor çavkaniyeke haydar di vê barê de, ev çalakvanê medenî ji rêya telephone ve bo Stada Xeberî a îdareya îtla`ata bajarê Sine hatiye gazîkirin û ji ber başdarîkirina di rêûresma sersaxiya Heyder Qurbanî, girtiyê siyasî ê Kurd yê xelkê bajarê Kamyaranê ku roja Yekşemî 28`ê Sermawezê li girtîgeha bajarê Sine de hate bidar vekirin, lêkolîn jê hate kirine.

Vê çavkaniya agehdar ev yek jî zêde kiriye ku: Husênpenahî  piştî derbazbûna çend demjmêran li ser lêkolîna wî de, hate azad kirin.

Her di vê pêwendiyê de, Di Mijdara derbazbûyî de ev çalakvanê medenî bi tawana  “piropagende bi sûda girûp û rêxistinên li dijî Komara Îslamî a Îranê” bo taya du a lêpirsînê ya Dadgeha Giştî a Şoreş a bajarê Sine hate vexwandin.

 

Roja Yekşemî 7`ê Gulana sala 1399`an, Efşîn Husênpenahî, piştî derbazkirina nêzîk bi heyama Sê salan hepsê de bi efoya bi şert hate azadkirin.

Efşîn Husênpenahî di dawiya Reşemha sala 1398`an de bi barmteya bi qasî 600 milyûn Tûmenî li girtîgeha bajarê Sine de murexesiya çend rojan jê re hatibû dan.

Efşîn Husênpenahî, çalakvanê medenî ku xwedî derbaziya mina alîkarîkirina digel navendên jîngehparêziyê heye, li Mijadara sala 1396`an de li taya yek a dadgeha  Şoreşê de bi serokatiya dadver “Se`îdî” bi tawana birêvebirina rêûresma newrozê û alîkarîkirina digel yek ji partiyên Kurd, bi 8 sal û nîv heps hatibû ceza kirin.

Ev çalakvanê medenî berê jî di rêkefta 5`ê Tîrmeha sala 1396`an, piştî derbazbûna sê rojan li ser desteserkirina Ramîn Husênpenahî, di mala xwe de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin.

Ev çalakvanê medenî li sala 1390`an de jî di piroseya bidoreçûna doseya mirina biguman a birayê xwe yê bi navê “Eşref Husênpenahî” bi tawana  piropagende li dijî nizamê, salek heps hatibû ceza kirin û piştî derbazkirina heyama cezayê xwe li girtîgehê hatibû azad kirin.