“Efşîn Husênpenahî” bo dadseraya giştî û şoreşa bajarê Sineyê hate gazîkirin

18:06 - 13 Çirriya paşîn 2021

Çalakvanê medenî“Efşîn Husênpenahî”, bo taya 2 a lêpirsê  dadseraya giştî û Şoreşa bajarê Sineyê hate gazîkirin.

Ew çalakvanê medenî li gor nameya gazîkirina wî ku li roja Sêşemî 18`ê Xezelwerê wergirtibû, bona berevanî ji xwe li tohmetên ku ji aliyê taya 2 a lêpirsê dadseraya giştî û şoreşa bajarê Sineyê bi ser wî hatiye sepandin, divê 5 roj piştî wê rêkevtê amade be.

Dadseraya giştî û şoreşa bajarê Sineyê tohmeta “propagende li berjevendiya girûp û saziyên li dijî hikûmeta Îslamî ya Îranê” bi wî çalakvanê medenî daye.

Roja Yekşemî 7`ê Banemerê, ew çalakvanê medenî û jîngehparêz li girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê, piştî derbaskirina nêzî 3 sal girtîgehê, bi lêderbasbûna mercdar ji girtîgehê hate azadkirin. 

“Efşîn Husênpenahî” dawiya meha Reşemeya sala 1398`an, bi danîna barimteya 600 milyon Tumenî ji girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê îzna çend roj mirexesiyê bi wî re hatibû dayîn.

Berê ew çalakvanê medenî li rêkevta 5`ê Pûşpera sala 1396`an û 3 rojan paştî binçavkirina “Ramîn Husênpenahî”, li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

“Efşîn Husênpenahî” ku pêşîneya hevkarî digel navendên jîngehparêz di karnameya xwe de heye, sala 1390`an piştî lipeykevtina dosya mirina bi şik a birayê xwe ê bi navê “Eşref Husênpenahî” bi tohmeta “hewldan li dijî nizamê” salek girtîgehê li ser de sepandibûn.