Efşîn Husênpenahî bi awayekî mercdar hate berdan

18:14 - 26 Nîsan 2020

Efşîn Husênpenahî, çalakvanê medenî û jîngeparêz û hepskirî di girtîgeha navendî a bajarê Sineyê de, ber lêxweşbûna bi merc ket û ji girtîgehê hate azadkirin.

Roja Yekşemî 7`ê meha Banemerê, Efşîn Husênpenahî, çalakvanê medenî û jîngeparêz yê hepskirî di girtîgeha navendî a bajarê Sineyê de piştî derbaskirina nêzî 3 sal heps, bi lêxweşbûna mercdar ji girtîgeha wî bajarî hate azadkirin.

Emced Husênpenahî, birayê wî çalakvanê medenî ragihandiye: “Piştî hewladana çalakvanên medenî û li pey ketina malbata me, di dawiyê de bi azadkirina bi merc a “Efşîn Husênpenahî” hatiye qebûlkirin, her çi qas azadiya wî rastî hindik astengiyan hatiye, lê bi xweşî ve çalakvanên medenî ên bajarê Sineyê hem bo danîna barimteyê û hem jî li pey ketin bo azadiya navbirî hewl û zehmetekî zor kişandin.

Efşîn Husênpenahî dawiya meha Reşeme a sala derbasbûyî, bi danîna barimteya 600 milyon tumenî ji girtîgeha navendî a bajarê Sineyê bo murexesiya çend roje hatibû şandin.

Efşîn Husênpenahî, çalakvanê medenî ku berê alîkariya saziyên jîngeparêzî di karnameya wî de hebû, di megha Xezelwer a sala 1396`an de li taya yek a dadgeha şoreş bi serokatiya dadwer “Seîdî” bi tohmeta “lidarxistina cejna Newroz û alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurdî” bi 8 sal û nîv heps hatibû cezadan.

Ew çalakvanê medenî di rêketa 5`ê Pûşper a sala 1396`an, Sê roj piştî binçavkirina Ramîn Husênpenahî, li mala xwe ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.

Ew çalakvanê medenî di sala 1390`an de jî, piştî dosya şiklêkirî a birayê xwe “Eşref Husênpenahî” bi tohmeta “piropagende li dijî nizamê” bi salek heps hatibû cezadan û bidawîhatina cezaya wî navbirî ji girtîgehê hate azadkirin.